Li Îsraîlê di êrişa Îranê ya bi fuzeyê de gelek kes birîndar bûn
Îranê bi fuzeyan êriş bir ser başûrê Îsraîlê. Nêzî 100 kes birîndar bûn. Sîstemên parastina hewayî nekarîn hin fuzeyan asteng bikin.
Îranê bi fuzeyan êriş bir ser başûrê Îsraîlê. Nêzî 100 kes birîndar bûn. Sîstemên parastina hewayî nekarîn hin fuzeyan asteng bikin.
Êrişên bi fuzeyên balîstîk ên Îranê roja Şemiyê bajarên Arad û Dimona yên li başûrê Îsraîlê kirin hedef. Di êrişê de ku sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê nekarî herÎ kêm du fuzeyan astneg bike, nêzî 100 kes birîndar bûn.
Hate ragihandin ku di nava birîndaran de zarokekî 12 salî û zarokeke 5 salî jî hene û rewşa tenduristiyê ya herdu zarokan giran e. Rayedaran diyar kirin ku li Dimonayê herî kêm 27 kes, li aradê jî 68 kes birîndar bûn.
Li Nexweşxaneya Soroka ya Beershebayê hişyarî hate dayin ku dibe ku gelek kesî jiyana xwe ji dest da bin û hin ji wan jî di binê avahiyên hilweşiyayî de ma bin.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku piştî êrişê sîstema wan a parastina hewayî kete dewrê lê nekarî hin fuzeyan asteng bike.
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku êriş weke 'bersiva' li êrişên li ser navenda nukleerê ya Natanzê ya Îranê hatiye kirin.
Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî jî diyar kir ku di tesîsa nukleerê de ti xisar an jî radyasyon nehatiye tespîtkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî êrişê daxuyaniyek da û got, "Em ê li hemberî dijminên xwe li hemû eniyan bi biryardarî têbikoşin." Rayedarên leşkerî jî li ser bandora êrişan û performansa sîstema parastina hewayî dest bi lêkolîneke berfireh kirin.
Rageşî li herêmê belav bû. Raya giştî ya navneteweyî jî banga nêzîkatiyên berpirsyarane kir.